3. klÎşeya ku meseleyeka hevalê min aniye bîra min..
hevalekê min ê ji yozgatê heye, ne henek haa teqrîben ev 7 sal in em hevdu nas dikin Û bi ser hev de diçin û tên.. biraziyekê biçûk teqrîben 6-7 salî yê vî hevalê min heye û ligel malbata xwe li enqereyê rûdine.. rojek ji rojên dehê Mijdarê an bi qewlê bavûkalanan Çiriya paşîn, roja ku ataturkê mêrê diya temamê tirkan disekite Û diçe cinneta keran, mamosteyê sinifê ji zarokan re behsa ataturk dike û zirtên ataturk dide, biraziyê hevalê min jî gelekî di bin tesîra van gotinên mamosteyê xwe de dimÎne, bi bayê bezê tê malê û kûr dike girî, diya wî jê dipirse dibêje te xêr e kuro? çi bi te qewimiye?
kurrik bi dengeke kelegirî ji diya xwe re dibêje, ataturk ê ku welatê me ji destê dijminan xilas kiriye miriye îro û tu ji min vedişêrî û ji min re nabêjî, û bi dengeke mişt kerb û acizî dibêje heta hetayê ez te efû nakim..
|