18. Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bir kürdün blues yapması" hevpeyvînek daye. Normalî wek mûzîsyen hejê dikim lê min bi zorê karî bibim serî. Ji serî heta binî ajîtasyon, çîrokên mexduriyetê, komplex, kesayetek perçiqî, xwelîserî, daxwaza erêkirin û pesendkirina ji aliyê serdestekî, giriyê kafiran, gunehê kafiran... Ez jî êdî naxwazim Kurd behsa mexdûriyetê bikin, stranên xwelîseriyê bêjin, nikarim xwe lê ragirim. Peyva tramvayê jî bûye benîşt di devê herkesî de, kêm Kurd hene yên rastî zilma dewletê nehatîn em çi bikin? Biçin û bên birînên xwe şanî hev bidin?! Yek jî wekê gelek kurdên tiştek kirine dixwaze xwe bike destpêka wî karî, ciwan haco di albûma destana egîdekî de hemû elementên jazz û bluesê bi hostayî bikar aniye, destpêk ew e û ast aniye daniye cihek wisa tu kes nikaribe xwe bigihêniyê û jê bibore. vîdyoyê veke |
|
2 roj berê 11:04 |
endazer
![]() |