Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hînbûna îngilîziyê] de;

46. Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke baş. Ji bo min bêtir axaftin problem bû, demekî li şantiyê bi endezyarên biyanî re dixebitîm min li wir ferq kir ku tu kes guh nade rêziman peyvan bi dilê xwe tînin ba hev û ya dilê xwe derr dibin. Ew qasî ku endezyarên alman dema diaxivîn wek bilbil pê de diçûn lê gelekan jê nedikarî raporekî binîvîse.
Axaftina bi zimanê biyanî wek avjeniyê tu bitirsî tu yê tê de bixeniqî tu cesaret bikî bi hêz û hewldaneke biçûk ser avê bimînî bi hêsanî diaxivî.
Li ser înternetê ji bo pratîkê bi sedan sepanên baş û kêrhatî hene lê êdî bi xêra Chat-gptyê pêdivî bi van sepanan jî nema bi versiyona dawîn wekî ku tu bi mamosteyekî Îngilizî re pratîk bikî, şaşiyên te rast dike, civatê bi dilê te dibe û tîne.



2 roj berê 11:22 | endazer