1. alav û cîhaza ku pê av û hewa tê germ kirin.. kurteya navê kazanên kombîne yanî cîhazên yekbûyî yên germkirinê ye.. bi sotemeniyên lîkÎte yên wekê lpg û gaza xwezayî dişixule.. lê ji bo ku kombiyek bikaribe bişixule sotemeniyên avî ne bes in herwiha divê av û ceyran jî hebin.. ev halet hem avê germ dike, hem malê germ dike û hem jî xwarinê germ dike anku dipijîne.. yanî hem bi karê tûpê ve hem bi karê şofbenê ve û hem jî bi karê kazan/sobe/argûnê ve radibe.. tabî îhtîmal e ku camêrek rabe û bêje tifika di hewşa mala me ya li gund de jî dikare bi van her sê karan ve rabe, an sobeya li odê filan.. neyse biçûk û mezin, an sade û komplîke gelek cureyên vê haletê hene.. û herwiha li gorî kar û karîn û kirinên xwe gelek modêlên wê hene.. li gorî danûstandina hewaya/oksîcena ku sotemenî pê vêdikeve du modêlên vê haletê hene.. ya yekê modêla kombiya bidûkêş e (bi tirkî bacalı kombi, bi îng. funnelled combi boiler).. ev modêl hewaya xwe yanî oksîcena ku ji bo vêketinê pêwist e ji hundurê atmosfera ku kombî lê dimîne distîne, û ev yek jî eger ev atmosfer baş neyê hewadarkirin wekê gur dakeve nav keriyê pêz, dikare kitê ji nav malê nehêle.. modêla didoyê jî modêla kombiya hermetîk e, wekê ku ji navê xwe jî kêm zêde kifş dibe, di vê modêlê de hewa yanî oksÎcena ku ji bo vêketina kombiyê pêwist e bi riya fanekî ji derve tê standin û dîsa hewaya genî ya ji ber şewatê peyda dibe bi heman rê û rêbazê tê avêjtin.. |
|
24.01.2014 02:50 |
endazer
|