41. ''rawestgeha min î her roj e ev kanî: |
|
23.02.2014 03:16 |
endazer
|
40. "Ez çiyayî me. Bi qasî dara berûyê çiyayî. Û di demsala havînê de stêrên ku xilmaş xilmaş di zikê ezman de diteyisin. Ji lew, min ji çiya, ji hewaya çiyê, newaya çiyê, sihar û êvarên çiyê hez kir. Dema ku dinivîsim, bêhemdê min çiya û dîmenên çiyayî têne ber çavên min. ... Her çiya welatek e. Ji ber çiyayîbûna xwe û çiyayên pir li ser vê axê, ez navekî din li vî welatî dikim: Kohistan! Yanî welatê çiyê." |
|
20.02.2014 05:43 |
endazer
|
39. şairê çiyê û berfê ye û bi xwe jî çiyayî ye ji xwe.. |
|
16.02.2014 22:31 |
endazer
|
37. (bnr: ferhengoka arjen arî) |
|
09.02.2014 17:52 |
endazer
|
25. di vê koma facebookê de serê her çend rojekî ji dîwaneka arjen arî helbesteka wî tê weşandin anku belavkirin.. https://www.facebook.com/helbestkari |
|
26.10.2013 21:30 |
endazer
|
22. DÎWANA WÎ YA HELBESTAN ramÛsan min veşartin li geliyekÎ li Londonê, ji aliyê weşanxaneya azad ve hatiye çapkirin û belavkirin. Edîtora weşanxaneyê nivêskara Kurd eslîxan yildirim pêşgotinek bedew û bi nirx jêre daniye û her wiha di serê pirtûkê de kurtiyek ji jinenîgariya wî aniya ziman.. |
|
10.10.2013 17:27 |
endazer
|
21. mirad gundikî di derbarê arjen arî de nivîsek xweş lêkiriye îro.. |
|
07.10.2013 22:07 |
endazer
|
14. şairê ku salek di ser wefata wî re derbas bûye lê hê qene kêlek jî ji merqeda wî re nehatiye çêkirin.. hê li ser xwe û sax û silamet û berhemdar û afirîner camêr û saziyên ku bi serê arjen arî sond dixwarin piştî ku emrê xwudê kirî ji xeynî merasîmeke sembolîk xwudê zane lê rêya xwe pê nexistine û fatheyek jî lê nexwendine.. berî du hefteyan ez û du heval ji bo serdana merqeda wî em çûn lê me kir Û nekir em bi ser gora wî ve nebûn.. me ji zarokên li wir pirsî em anîn bi ser tirbeke kerr û lal û ku qene kêlek li ser nav hatî danîn jî lê tune û li ser gorê tijî giya û deviyên biyanî.. me ji xwe re got na ne mumkin e ku ev der merqeda arjen be.. axirê em çûn cem rêvebiriya goristanê û me cihê tirba arjen arÎ ji wan jî pirsî ewan jî em anîn heman cihî û hetta melayê ku cinazê arjen arî şûştî jî hat cihê tirba wî sediqand.. em cardin şaş û metel man.. me ji xwe re got temam şaredariyê bajêr xemsarî kiriye lê ka keç û kurrê wî çi dikin çima nehatine ser tirba bavê xwe, ka jina wî, diya wî, xizm û xweyiyên wî.. |
|
08.09.2013 16:28 |
endazer
|
9. şairê kurd tengezar marînî li ser koç û wexerkirina arjen dibêje: |
|
19.08.2013 04:35 |
endazer
|
7. şairê rehmetî ku hevaleka min a tirk ew dişiband arîstokratên frensî.. yanî ne bi tenê şêrgele û ramûsanên xwe yên ku li geliyekî veşartîn û eroûtîkaya xwe lê bi bejn û bala xwe ya çeleng û lihevhatî û bi cil û bergên xwe yên mode yên lihevkirî û bi rî û simbêl û pora xwe ya çêkirî ve jî wekê şi'rekî bû.. û çû.. |
|
25.07.2013 00:06 |
endazer
|
1. şairê helbestên kurmanciya gewr.. stûnê peyva kurdî.. hechecîkê gotinên wenda û jibîrçûyî.. hê di xweşlawî û xweşhaliya xwe de wekê gilgamêş bi dû giyayê nemiriyê ket ew jî.. wekê hemû hunermendên çak ên berhemdar ew jî bi lepên penceşêrê ket li hespê xwe yê xweşik siwar bû û lêda çû.. |
|
05.07.2013 17:10 |
endazer
|