50. dema xwe li ber wergerandina metneke teknîkî/zanistî didim ji zimanekî biyanî ji bo kurdî, dilê min jê sar dibe, ji ber ku hêj bingeh û binesaziyek birêkûpêk jê re nehatiye danan, hema bêje serê her çend hevokan carekî berê xwe didim ferhengan lê di ferhengan de jî ya ku lê digerim nabînim, taliyê li cem xwe tiştinan li hev tînim lê di wê pêvajoyê de gelek wextê min di avê de diçe, konsantrasyon û motîvasyon namîne, ber û bala min ji wergerê diçe ser tiştinên din û dilê min ji wergerê jî û kurdî û kurmancî jî sar dibe.. |
|
07.07.2015 03:58 |
endazer
|
44. zimanÊ wÊjeyÊ Û zimanÊ tirşikÊ ye.. |
|
08.06.2014 13:26 |
endazer
|
43. nivîskar û serekkeşe (bnr: paul beider) di pirtûka xwe ya bi navê grammaire kurde de ji bo kurdî wiha dibêje; |
|
14.04.2014 04:10 |
endazer
|
39. zimaneke ecêb e bi rastî jî mirov dinêre ji bo tiştên beredayî yên wekê hêlekan û perperîstankê herî kêm 30-40 peyvên cuda hene û ji bo kar û muemeleyên girÎng û pêdivî ku her tim di nav zimanê rojane de tên bikaranîn yek-du peyv yan heye yan nîne eger hebe jî yan ji zaravayê soranî hatine deynkirin yan jî zimaneke din.. ji bo nimûne li cizîrê di nav zimanê me de berdêleka kurdî û kurmancî ya peyva muhîm, heyat, saxlem û nizanim çi nîn e lê li heman bajarî ji bo guh çar peyvên muxtelîf tên bikaranîn.. |
|
20.12.2013 01:04 |
endazer
|
33. li gorî çîrok û çîvanokan zimanê bav û kalan e.. li gorî daxwuyaniyên polîtîk zimanê dayîkê ye.. |
|
24.10.2013 22:45 |
endazer
|
25. nivîsek xweş derheqê zimanzanî û zimanê kurdî de ku mixabin nivîskarê wê ne diyar e.. |
|
06.08.2013 06:16 |
endazer
|
12. li ser facebookê navê komekî ku heta niha 10.494 endamên wê hene.. di komê de tevî çend pispor û zanayên fîlolojî û etîmolojiyê ku bi profesyonelî vî karî dikin û her yek xudan berhemên qerrase yên derheqê zimanzaniyê de ne û gelek kes û kûsên ku bi dilxwazî û heweskarî mijarên têkilî peyvnasî û rêziman û rastnivîsîna zimanê kurdî li ber nîqaş û guftûgoyan vedikin û li ser van mijaran nêrîn û zanînên xwe dinivîsn hene.. di warê zimanê kurdî de komek gelekî kêrhatî û sûdemend e.. ji her çar parçeyên kurdistanê û ji her zaravayek û devokeka zimanê kurdî kurd di komê de hene û bi aktîvî tevli mijarên aktûel dibin û der û deverên jê an lê agahiyan radighînin.. li derûdora min bi xwe jî gelek hevalan piştî pêşniyarên min ên derheqê komê de saya serê vê komê hewisîn fêrbûn û fêhmkirina zimanê kurdî û zanîn û karînên xwe yên derheqê axaftin û nivîsandina bi zimanê kurdî de zêde kirin û bi pêşde birin.. |
|
15.07.2013 03:47 |
endazer
|