Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [blazor server side] de;

1. Yek ji vebijêrkên metodên xebitînê yên blazorê ye. Ji bo ya din: (bnr: blazor server side)

Mantiqa xebitîna vê û a malperên din ên bi blazorê nehatine sazkirin, gelekî dişibin hev. dema tu rûpelekê vedikî ev rûpel ji serverê tê xwestin û tê nîşandan. ku di malperê de biçî rûpeleke din dîsa ji serverê tê xwestin û hwd. lê ferqa vê ew e ku rûpel nayê nûkirin! rûpel bi riya javascriptê tê dagirtin û ji bo vê yekê hewce nake ku mirov tîpek kod binivîse, her tişt amade tê û mirov tenê naveroka rûpela xwe dinivîsîne û ew jî tenê bi html û c#ê! (css tim lazim e, loma qalê nakim) ji bo nivîsandina htmlê jî gelek hêsanî hene. bi saya componentan rê li ber duberekirina kodan tê girtin. mirov dikare componenteke bi navê "peyam" biafirîne û weke tageke htmlê bi kar bîne.

Barkirin û xwestina rûpelan bi signalrê dixebitin. Signalr girêdana di navbera geroka înternetê û serverê de ye. Dema projeyekê diafirînî, ev hazir tê, hewce nake tiştekî bikî.



07.08.2021 17:46 ~17:48 | mergehez