Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [misqal] de;

4. peyveke ji erebî derbasî kurdî bûye. di ferhengê de tê wateya giranbûn. wateya termî, yekîna pîvandina giraniyê ya ji bo tişten weke zêr, zîv, derman û rûnê dendika yên giranbuha tê bikar anîn e.

bi akadî meşkalû / meşkaltûm / şîklû, bi asûrî şîklû, bi ûgartî şekal, bi fenîkî mîşkal, bi îbranî şekel / mîşekal / mîşekol, bi aramî şîkla, bi ermenî mîtpal /mîspal, bi sûryanî sîklos /metkela, bi grekî sîklos û bi latînî jî siclûs e.

miskal di qur'anê de 8 cara bi wateya giranî derbas dibe. di hedîsan de jî di herdu maneyên xwe jî derbas bûye.

gelemperî giraniya vê pîvokê diguhere lê perê zêrîn yê xelîfe abdulmelîk daye çêkirin, 4.25 gram bûye. ji bo vî perî gel hem peyva dînar hem jî peyva misqal bikar aniye.

(bnr: zerre)



20.05.2020 17:25 | tîrêj zana 21