Tirşik - Profîl
tirşik-profîla yûsiv

profîla "yûsiv"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [4emîn pêşengeha pirtûkan ya batmanê] de;

1. di navbera 27 Cotmeh û 7 Mijdarê de dê 10 roj berdewam bike. li gor salên berê baştir hatiye dîzayn kirin û vê carê li derve hatiye lidar xistin. lê kêşeyek heye ew jî baran e. nêzî 6 meh e li Batmanê baran nedihat lê wa du roj e hewa baran e. *
em werin li ser mijara xwe. du heb weşanxaneyên kurd tenê beşdar bûne û hatine. yek nûbihar yek jî lorya/peywend bû. min jê Nûbiharê re pirsî û min got çima wek weşanxaneyên kurdî hûn tenê li vir in? wan jî got em her carî li ser înternetê dinêrin de ka li ku pêşengeh heye tuneye li ku fûar heye li ku tuneye. Dema em dibînin li derekî heye em di heman demê de beşdar dibin. min jî spasiyê li wan kir û çûm.

çavê min li weşanxaneya Avestayê jî geriya lê min nedît. pêrar jî nehatibûn. Nizanim çima nayên. her çiqas hindik bin jî divê xwînerên kurdan tenê nehêlin.



30.10.2021 17:57 | yûsiv