Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pîroz

profîla "pîroz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bijîşk] de;

23. bijîşk/136489
Bila kes dilê xwe nehêle, û xelet fêhm nekin; ne ku ez jî kul û ketîyê bijîşka me lê tiştên ku li vir hatîye gotin di nav hemşîreyan de jî heye. Gava hemşîre jî kesek ku ji hêla tenduristîye 2 salan xwendîye dibînin asta xwe li ser wan dibînin, henekê xwe li wan dikin, keda wan dikin axa li bin nigan.
Qurretîya nakim, xwişka min bi xwe 2 salan fîzyoterapî xwendîye û pûanê wê yî Kpss 83 ye bes ji ber ku dewlet ji dêlva wan hemşîreyan dixe şixûl, li ser komên telegramê û li ser twîttire ha ha çalakîyan lidar dixin ku dengê wan bigihêjê yekî xwedî hêz. Lê hemşîre gava vî tiştî dibînin, dibêjin" ê leqê! We bi tenê 2 salan xwendîye ma em?! Me 4 sal xwendîye, hûn qasî me netehebînin, ne mafê we ye ku hûn dengê xwe derxînin!"
Dibê ku herkes ne wek hev be lê qasî ku me dîtîye rewş wilo ye. Yanî kî karibe kê, serê xwe li ber wî/wê mezin dike...

Xebera camêr Hobbs e:
mirov gûrê mirovan e



05.09.2021 18:47 ~18:55 | pîroz