Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurdmaster.com] de;

3. malpera ku karê wê zehmet e. ji ber ku di nav kurdan de yê ku ji malpersazî û bernameyan fêhm bike gelek kêm in û yên bizanin jî bi kurdî nizanin.

loma ev malper jî di nav bêdengiyê de ye. xwezî weke r10'a tirkan rije webmaster bûya, da ku me jî bikariya jê alîkarî bistînin.



lê qet nebe dikarin li ser wergerandina bernameyan bixebitin. sîstema foruma wan bixwe jî tê de, hema bêje hemû bernameyên ku kurdiya wan weşandine wergerên me yên li wergerine.comê ne. ji ber kar û baran, fîlman, ferhengan û tirşikê ez êdî nikarim ji vî karî re wext veqetînim. jixwe ev îş jî tam li gorî vê malperê ye, ger endamên ku bikarin webmasteriyê bikin hindik bin, qet nebe wergeran bikin wê ji bo kurdî gelekî baş be.

tabî ji bo vê yekê berî her tiştî divê forumê de tenê bi zimanê kurdî biaxivin.



24.05.2014 15:38 | simurg56