Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [serif] de;

1. cûretîpên/fontên nivîsê ne ku di dawiya xêzên tîpan de xêzikek biçûk heye ku xelasbûna tîpê diyar dike. tê gotin ku xwendinê hêsatir dike.

http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/2/26/Serif_and_sans-serif_03.svg/209px-Serif_and_sans-serif_03.svg.png

ger fontekê de ev xêzik yanî serif tunebin, wê demê navê wê dibe sans serif (sans bi fransî tê wateya tune)

ev teknîk hê berî hezar salan jî hatiye bikaranîn. tê gotin ku, wê demê nivîs li ser kûçan dihat nivîsandin û vê nivîsê de nîşandana destpêk û dawibûna tîpan, hinekî zehmet bû. ji ber ku ev karê nivîsê ne karek kubar bû. bi çakuç û hesinan bû. û loma da ku tîp xweştir xuya bibin, li cihên xelasbûna tîpan ev xêzikên biçûk ên berwarî hatine lêzêdekirin.



10.07.2014 00:03 | simurg56