Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [klîmaya dîjîtal] de;

1. klîmayên ku piştî klîmayên analog/manuel derketine. navbera wan û yên analog de ferqa herî mezin ew e ku di yên dîjîtal de mirov dikare ji klîmayê bixwaze ku germahiya hundir bike fîlan derece. piştî we derece diyar kir, êdî ne hewce ye hûn tiştekî bikin, klîma wê heta ku bigihe wê dereceyê wê bixebite û dema giha wê dereceyê jî wê hêdî bibe û dawiyê de bisekine. ger derece bikeve an jî zêde bibe wê dîsa otomatîk dest bi xebatç bike.

lê di yên analog de ne wisa ye, hûn hêza wê eyar dikin û berdidin. heta ku we jê re tiştek negot nasekine û di heman geşiyê de dixebite û nabêje germanahî zêdebû an jî kêmbû.

ji ber heman sedeman, klîmayên dîjîtal ji enerjiyê jî(elektrîk/petrol) tasarûfê dikin.



14.07.2014 00:11 | simurg56