Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [spontan bakterîel perîtonît] de;

1. yek ji sedemên perîtonîtê ye lê eslê xwe de hinekî jî bêsedemî ye.

perîtonît ji bo enfektebûn yanî îltîhab û mîkrop girtina perîtonê tê gotin. lê di vê rewşê de nîşaneyên perîtonîtê hene lê tu çavkaniyeke mîkrop û edabê tune.



piranî di nexweşên bi nexweşiyên portal hîpertansîyon de diqewime.(gelek caran encameke sîrozê ye) her wiha di nefrotîk sendromê de jî dibe.



ji bo teşhîsê ji ava nav zik de standine nimûneyek (parasentez) û di vê materyalê de tespîta zêdebûna notrofîlan, bes e.

bêguman dermankirin jî bi antîbyotîkan destpê dike.



27.07.2014 16:25 | simurg56