Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şêwira bi zarokan re] de;

13. Van roja gelek caran li strana bajarê miksê guhdar dikim. Di erebeyê de dema ev stran vekirî bû, min dît keça min got bavo ev zilam çima wisa dibêje?
+Çi dibêje keça min?
-dibêje: dinyayê dinyayê ji ber Kurdan ket belayê.
+Haha. Keça min wisa nabêje jixwe.

Rebenê çi bizane Kerbela çi ye... Gotina rast wisa bû:
Dinyayê dinyayê
Ji bo Kurdan kerbelayê



26.11.2019 17:12 ~17:13 | simurg56

12. keça min: bavo tu zanî bavê hevalê min bûşra jî doktor e. lê doktorê heywanan e, veterînere navê wî.
ez: erê keça min. lê ew ne li nexweşxaneyê ne.
keça min: (piştî fikara bi qasê 3-4 sanîyeyan) ê babo nexwe li kû dişixulin. gelo li ormanê(daristan) dişixulin?
ez: muhaha. na keça min, cihên wan hene. ez ê nîşanî te bidim.



05.04.2019 21:26 | simurg56

11. ji ber ku dest bi dibistanê kiriye, carina bi keça xwe re bi tirkî diaxivim da ku hinekî lê germ bibe. di destê me de pêlîstokek şeşgoşe hebû û min jê pirsî;

- berçem bu altıgen mi yoksa beşgen mi? (berçê ev pêncgoşe ye an şeşgoşe?)
+ yeeek, didooo, sisêêê, çaar, pêênc, şeeeeş: şeşgen e!
- : )



11.04.2018 22:10 ~22:10 | simurg56

10. - Bavo bêhna min gelek teng bûye, em derkevin j'derve...
+ Keça min ez ji kû bizanim bîhna te teng bûye, ka were nîşanî min bide.
(tê ba min)
- Ka? Li ku derê ye bîhna te?
(zikê xwe nîşanî min dide. Destê xwe datînim ser zikê wê, hinekî digovişînim)
+ haa, rastî jî teng bûye. Nexwe em derkevin derve.



06.05.2017 13:13 | simurg56