Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [lîpom] de;

1. (bnr: lipoma)

tumora raçînkan rînê ye. yanî ji rûn/donê mirovan pêk tê. her çiqas timorek be jî gelek gelek kêm caran vediguhere kanserê.

bi cerrahiyê dikare were derxistin/dermankirin.

hema bêje li her derê laşê mirov, dikare peyda bibe lê herî zêde di navmilên mirov de çêdibe.



dema mirov bi destî muayene dike, dibîne ku li cihê xwe dilîze yanî ne sabît e û nerm e. eslê xwe de piranî bêêş in lê carina dikarin biêşin jî. di her temenî de dibe lê herî zêde di navbera salên 40-60î de çêdibe.



di laşên nêzikî %1ê mirovan de ev tumor hene.

ger di laşê mirovekê de gelek ji van hebe wê demê mirov dikare behsa lîpomatozîsê bike.



20.10.2014 21:20 | simurg56