Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dawn of the planet of the apes] de;

1. sêyemîn fîlma rêzefîlma planet of the apes e ku eslê xwe de ev rêzefîlmek kevin e lê niha ji nû ve tê kişandin.

her du fîlmên din;

1- planet of the apes- 2011

2- rise of the planet of the apes - 2011



fîlm têra xwe baş bû. senaryo baş hatiye nivîsandin û meymûnan jî baş lîstine * divê oscar îsal here ji bo sezar...

ji bo borandina demê, hêjayî temaşekirinê ye.



--- spoiler--



te dît, di dergeha bajarê meymûnan de sembol/alayeke wan heye ku çargoşeyek di nav xwe de tewandî ye di nava giloverek de hatiye bicîkirin. di gelek cihên meymûnan de ev sembol heye. li gorî fîlmê ev alaya şaristaniya meymûnan e. nizanim bala we jî kişand an na lê li ser pencereya xaniya li bajarê mirovan ya ku aîdê xwediyê ewil yê sezar bû û sezar lê mezin bibû, jî ev sembol hebû. yanî sezar efendî, bîranîna xwe ya zaroktiyê ji bo netewa xwe kiriye ala...



---spoiler---



pûana min ji fîlmê re: 84



05.11.2014 00:13 | simurg56