12. yekemîn romana mehmet uzun e. min berê destpê kiribû lê neqedandibû. berî çend rojan min ji nû ve destpê kir û xelas kir. roman di sala 1985an de hatiye nivîsandin. ji ber ku yek ji romanên ewlîn yên kurdî ye û yekemîn romana nivîskar e, ez pirtûkê wek serkeftî dinirxînim. di dawîya çapa di destê min de, axaftina mehmet uzun heye ku di merasîma xelatstandina xwe ya li sêwêdê, kiriye. di vê axaftina xwe de dibêje ku piştî nivîsandina 50 rûpelên ewil, wî fêhm kiriye ku kurdîya wî têra xebatî wisa nake. navber dide nivîsê, demek dirêj li ser kurdî dixebite û paşê li nivîsînê vedigere. loma di rastnivîsê de hê jî hin xeletî mane. her wiha hinek peyv hene ku ne min dizanî ne jî di ferhengan de peyda dibûn. |
|
01.06.2022 22:44 |
simurg56
|
5. her wiha tê wateya "ne yek jî" û dijbera wateya "hemû" ye. |
|
19.09.2013 21:19 |
simurg56
|