Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [the sixth sense] de;

1. Fîlm Amerîkî ye. Zimanê wê yê resen jî ji xeynî çend hevokên Latînî û Îspanyolî, Îngîlîzî ye. Her çiqas yek ji cureyên fîlmê weke "tirs" hatibe nivîsandin jî piştî ku mirov fîlmê diqedîne, dibîne ku bi rastî ne ewqas tirsnak bû. Lê tabî ya girîng ew e ku ber temaşekirinê re mirov çi hîs dike. Ez? Bi rastî ger bêjim qet netirsiyam, wê dereweke saxlem be. Tirs hinekê di vê fîlmê de hatiye helandin, di nav giyana fîlmê de heye tirs, yanî mîna fîlmên klasîk ên tirsê tu tiştekî nabînî û natirsî. Tu ditirsî ji ber ku tu her tim bêaram î û ditirsî ku tiştek biqewîme. Neyse ev nêrîna min e. Çîroka fîlmê li ser zarokeke "ne normal" hatiye avakirin. Di fîlmê de ev kurikê bi navê Cole her tim ditirse û ji doktorê psîkolog ê ku dixwaze wî derman bike, tekane daxwaza wî ew e ku bike ku bes bitirse. Belkî jî ê ku mirov ditirsîne, ev tirsa kurikê be. Rola cole ji aliyê haley joel osment ve tê lîstin û bi rastî min heta niha ji xeynî heman kurikî weke lîstikvanek tu zarokê evqas serkeftî nedîtibû. Lîstikvanê din ê sereke jî bruce willis e. Jixwe Bruce Willis navdar e û hûn wî bi fîlmên weke sin city, ocean's twelve, pulp fiction û hwd. nas dikin. Seneryoya fîlmê hineke sûrprîz e loma naxwazim zêdetir qala naveroka fîlmê bikim û we bi fîlmê re tenê dihêlim. Dawiya dawîn fîlm xweş e yanî. Ger ne wisa bûya ji xwe ma min çima wergerand? hûn dikarin kurdiya fîlmê ji malpera wergerine.com peyda bikin.



21.07.2013 21:13 | simurg56