Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rîgor mortîs] de;

1. hişkahiya miriyan e.

tiştek derbasdar e. dema mirove dimire, piştî 3-4 saetan, ji ber xelasbûna ATPyê(enerjiya hucreyan) hemû masûlkeyên di bedena mirov de şidandî dimînin û piştî 12 saetan êdî digihe asta herî bilind. (dibe mîna tehtek) ji ber ku masûlkeyên mirovan, ji bo sistbûnê enerjiyê bi kar tînin. ji ber tunebûna enerjiyê ev sistbûn çênabe.

lê piştî ku gelek saet derbas bibin (3-4 roj) vê carê jî ji ber ku êdî organelên hucreyê dest bi xerabûnê dikin, enzîmên di nav wan de belavî nava hucreyan dibin û dibin sedema helîna wan proteînên masûlkeyan ku masûlkeyan dişidînin. ji ber vê yekê bedena mirov dîsa nerm dibe.



piştî bûyerên kuştinê, bi giştî cesed di vî rewşî de tên dîtin.



11.05.2015 23:32 | simurg56