Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bogota bag] de;

1. ji bo girtina ser birînên xedar yên li zikê mirov, riyek alternatîf û derbasdar e.

carina girtina fasyaya zikê mirov nabe pêkan (an jî nayê xwestin: (bnr: sendroma abdomînal kompartman)) û zikê mirov vekirî tê hiştin.

di rewşên wisa de ger girtina çermê zik jî ne pêkan be wê demê naylona serumekê tê birîn û rûyeke wê weke pîneyek li kêlekên birînê ve tên dirûn.

bi vî awayî hem drenja edabê pêkan e, hem pestoya zik zêde nabe û kompartman çênabe him jî bi çavê xwe mirov dikare rewşa roviyan bibîne.

piştî ku mirov pê bawer be ku enfeksiyon qediya, odem paşde çû û rewş başe bogota bag tê rakirin û bi riyek guncan zik tê girtin.



rêbazek kevin e lê hê jî kêrhatî ye û tê bikaranîn.



19.05.2015 11:39 | simurg56