Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [li amedê di mîtînga hdp'yê de teqîna bombeyan] de;

7. bûye sedema mirina 1 kesekî (yên din berî bûyerê ji cihek bilind ketiye û miriye) û birîndarbûna bi sedan kesan.



06.06.2015 12:09 | simurg56

6. bûyera ku sûcdar bêguman akp û serokê wê erdogan e. guneh li stûyê wan e.

yê ku hdpê dike hedef ew e, yê ku çekan ji daîşkerên bêşeref re dişîne ew e, yê ku piştgiriya hudapara hov dike jî ew e.

loma ev êrîş ji aliyê kê ve hatibe çêkirin bila be, berpirsiyar akp ye.



lê bila hemû bêşerej ji bîr nekin: (bnr: tu wê nebî serok dêqehpo)



ji duh be ne dilê min diçe xwarinekê bixwim ne kêfa min ma ji bo tiştekî. li gorî agahiyên min bihîstî, tenê li nexweşxaneyê fakuteya dîcleyê bi qasê 20 kesan dest û lingên xwe wenda kirine.

dilê min ji miriyan zêdetir bi wan dişewite. wê heta hetayê şopên vê hovitiyê bi xwe re bigerînin.



06.06.2015 09:23 | simurg56