Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ahmet hakan] de;

9. piştî ku kulm xwar, şaşwaz bû. êdî kes nizane hewl dide çi bike.

ev deme gelek dirêj e nivîsênwî qet naxwînin, nivîsên ku behsa wî dikin jî naxwînim.



09.08.2016 23:21 | simurg56

2. îro rastî êrîşên kuçikên akpê hatiye û pozê wî û parsûyeke wî şikestiye.

duh min li bernameya wî ya bi navê "tarafsız bölge" temaşe kir, li dorî saet 00:00ê fîlan bername xelas bû. altan tan jî beşdar bûbû û özcan yeniçeriyê faşîst rizîl kiribû û kenê me anîbû. paşê ahmet hakan xatir ji mêvan xwest û ez çûm razêm.

rebenê jî rabûye biçe mala xwe lê li ber mala xwe rê lê girtine û lê dane.



dilê min pa pêve, lê ji aliyekê ve jî baş bû. wê niha medyaya dogan heta hilbijartinê, bêtir pişgtirî bide hdpê.



01.10.2015 18:08 | simurg56

1. rojnamevanek tirk e. berê îslamparest bû, di kanal 7ê de dixebitiye û tê de payebilind bû. paşê dev jê berda û derbasî yeni şafakê bû.

her ku çû, ji oldaran bi dûr ket û di dawiyê de derbasî rojnameya hurriyet û televîzyon cnn turkê bû û hê jî li wir e.

piştî pişta xwe li oldarên îslamîst zivirand, êdî bû mirov û nivîsên baş nivîsî.

wisa dibînim ku wê di vê hilbijartinê de dengê xwe bide hdpê.

îro di nivîsa xwe de bersiv daye yilmaz ozdil ê ku rexneyên xav li hdpê kiriye.



06.06.2015 10:42 | simurg56