Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xerabiya bipolar] de;

1. (bnr: manîk depresyon)

nexweşiyek psîkîyatrîk e. ji ber rewşa psîkolojîk ya guherbar pêk tê ku nexweş carina ofororîk û manîk in, lê carina jî depresîf in.

carina ji dinyayê sar dibin û dibe ku xwe bikujin, carina jî ewqas kêfxweş in ku mirina diya wan jî wan xemgîn nake.



nexweşiyek xerab e. ev nexweş gelek caran di demên xwe yên manîk de, yanî dema kêfxweş bin, tiştên ku wê paşê jê poşman bibin çêdikin. weke mînak ger nexweş keçik bin, rastî îstîsmara zayendî tên, ger xwedî pere bin hemû pereyê xwe xerc dikin û hwd.



bi psîkoterapîyan û bi hinek dermanan tê dermankirin ku yek ji van dermanan lîtyum e.



13.06.2015 14:04 | simurg56