Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [huawei mediapad 10 link] de;

1. tabletek e ku weke telefon jî dikare were bikaranîn.

ya hevaleke min xera bûbû û ji bo çêkim da min. li ser hev gelek caran şîfreya wê xelet nivîsadine û di dawiyê de cîhazê xwe betal kiriye.

min li ser înternetê di derbarê wê de lêgerî û lêkolînek gelek berfireh kir, heta min li malperên rûs û çînî jî nihêrt lê di deerbarê wê de çareseriyek nedît. tekane çareserî format bû lê mixabin ew roma ku di malpera wê ya fermî de tê weşandin jî kêr nedihat û format jî ne pêkan bû.

min rêbera wê ya îngîlîzî ya fermî jî xwend, tê de çareserî tune bû.



di dawiyê de min di rûpelekê de, di binê nivîsê de di şîroveyeke facebookê de çareseriyê dît:

di vê makîneyê de ji bo ku hûn hard resetê bikin dibê hûn herî kêm 10 saniye/çirke li bişkojkên "zêdekirina dengê+kêmkirina dengê+bişkojka girtinê" bikin.



(bnr: mirov bi rastî ecêbmayî dibe)



04.09.2015 19:40 | simurg56