Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [american history x] de;

2. di beşa fîlman de heye: Here lînkê



fîlmek gelek serkeftî ye. di derbarê nijadperestiya li amerîkayê ya li hemberî reşikan de, li ser senaryoyek xweş hatiye kişandin. senaryo jî lîstikvan jî serkeftî ne.



tê de sahneyên gelek bandorker hene. dema mirov temaşe dike, di bin bandora wê de dimîne. piştî temaşekirina fîlmek wisa, mirov çawa dikare dîsa faşîst bimîne fêhm nakim ji ber ku dizanim gelek nijadperestên tirk jî lê temaşekirine û lê mîna xwe mane.



belkî jî piştî vê fîlmê bû ku min navê edward norton li serê xwe qeyd kir û loma dema navê wî dibînim xwîna min li fîlmekê germ dibe.

jixwe bi performansa xwe ya di vê fîlmê de, ji aliyê total filmê ve, weke 72. performansa herî serkeftî ya heta vî wextê dinyayê hatiye bijartin.



di warê lîstikvanê herî serkeftî de fîlm bûye namzetê oscarê jî lê wê salê ji ber fîlma life is beautiful wenda kiriye.



21.10.2015 16:56 ~16:56 | simurg56