Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [melayê kurd] de;

1. nivîskar û helbestvanek kurd ê ji rojavayê ye. ev salek e li stenbolê dimîne.

îro li ser dünya tvyê, di bernameya bêhna hibrê de bû.

heta niha sê pirtûk derxistine. yekê li ser cegerxwîn, yekê li ser melayê cizirî (bi erebî şîrovekirina 21 helbestên wî dihewîne).

weke din pirtûkek bi navê el kurd fil qur'an jî nivîsandiye. (ku tê de behsa ayetên quranê yên derbarê kurdan, dike)



ji xeynî van, pirtûkek helbetan ya bi navê dengê dil amade kiriye lê li gel ku ji 10 salan zêdetir e amade ye, lê ji ber ku wî bixwe helbetsên xwe tam neecibandiye, hê nedaye weşandin. di bernameyê de helbestek ji vê pirtûka xwe xwend (ez bawer im navê helbestê yar bihuşt û dojeh e, bû). helbest bi rastî jî xweş bû, û xwendina wî ya bi meqamek nîv gelêrî û nîv-quranî jî lê hatibû.



28.10.2015 21:38 ~21:39 | simurg56