Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sendroma ras] de;

1. xeletiyeke zimanê ye. kurteya wê "redundant acronym syndrome syndrome" e. (sendroma sendroma akronîmên nehewce) weke hûn dibînin, du caran "syndrome" hatiye nivîsandin. aha sendroma ras jî rasterast ev xeletî ye.



carinan em navên dirêj kurt dikin. weke mînak: dya (dewletên yekbûyî yên amerîkayê), PIN (personal identification number)



lê carina dema mirov hinek kurteyan di nav hevokekê de bi kar bîne, dikeve vê sendroma rasê. weke mînak dema em bêjin "min nimroya pin'a telefona xwe ji bîr kir" di eslê xwe de em dibêjin "min nimroya persoal identification numbera cxwe ji bîr kir" tabî ji ber ku nîvê vê hevokê bi îngîlîzî bû, zêde ne balkêş bû.





em mînakek din bidin;



hds, kurteya "hêzên demokratîk yên sûrî" ye.

dema em bêjin "hêzên hdsê, bajaroka hawlê rizgar kirin" di eslê xwe de em dibêjin "hêzên hêzên demokratîk yên sûrî bajaroka hawlê rizgar kirin".

we dît?



06.11.2015 22:51 ~22:54 | simurg56