Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [têkiliya keçka sekuler û lawikê feodal] de;

3. têkiliya kombînasyonek tevlîhev e. ji ber ku sekulerîzm di derbarê baweriyan de ye lê feodalîzm di derbarê rêxistina ekonomîk ya civakê ye.

yanî di eslê xwe de divê neyên qîyaskirin.

tabî dîsa jî di jiyana rastîn di têkiliyek wisa de nakokî wê hebin. ji ber ku piranî yên sekuler ne feodal in û yên feodal jî ne sekuler in.

bi ya min li vir keçika ku tê behskirin modernîst e yanî bêyî ku li ser wê bifikire hemû tiştên hemdem qebûl dike û dixwaze jiyana xwe li gorî van pîvanan bidomîne lê lawik ne wisa ye, belkî paşverû be belkî jî na, lê li gorî mantiqa xwe dema li hember modernîzmê be, li hember dejenerasyonê ye.

(wisa dibêjim ji ber ku di jiyana xwe de ez vê dibînim)



22.11.2015 20:34 | simurg56