Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dêr-ul zaferan] de;

2. cihek efsûnî ye. berî 2-3 mehan çûbûm wir. li gorî rêberê ku me di nav dêrê de gerand (ku ew bi xwe jî yekî suryanî bû) aniha jî bi qasê 30 kes li wir dijîn. yanî hem dijîn, hem xizmeta dêrê dikin û hem jî îbadeta xwe dikin û hwd.

tê de duyemîn amûra metbaayê ya osmaniyan heye. her wiha odeyek heye ku weke gorîstanek bi çûk tê bikaranîn. li wê odeyê 6 heb gorên beton heye. komple girtî ne. li gorî rêberê dêrê, bi qasê her 70-90 salan de mezineke wan yê giring dimire. dema yeke wisa mezin û girîng bimire, yek ji van goran dişikînin. di gorê de sendelîyek heye, cenazeyê mezinê xwe bi cilên xwe li ser vê sendeliyê didin rûniştandin û dîsa ser beton dikin. 6 heb gor hene, loma 6x70=420 (400-500). yanî nêzikî 450 salan carekê ev gor tê şikandin û heta wê demê cenazeyê tê de bi temamî hişk dibe, wenda dibe.



08.12.2015 20:53 | simurg56