Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [wergera tirkî ya tirşikê] de;

4. nîşaneya wê ye ku tirşik serkeftî ye. nexwe xelkê nedihat û nedixwest sîstema wê bikirin.

her wiha îhtîmalek mezin tirşik yekemîn nivîsbarî/bernameya kurdî ye ku tê xwestin ku li zimanek biyanî were wergerandin. gelemperî bername, malper û hwd. ji tirkî ber bi kurdî tên wergerandin.



10.12.2015 15:42 | simurg56

1. taybetiyek nû ya tirşikê ye.

sedema hebûna wê du tişt in:

1- da ku ferhengên tirşikê ji aliyê hemû kesan ve bikare were bikaranîn. ji ber ku jixwe armanca ferhengên tirşikê ew e ku kesên hînî kurdî dibin bikarin bi kar bînin.

2- sîstema tirşikê ji bo ferhengek înteraktîf ya tirkî wê were firotin. (îhtîmalek mezin. werger ji bo wê jî hat kirin) sedema firotinê, ji bidestxistina pereyan zêdetir ew e ku beramberî sîstemê, soza çêkirina sepana telefonan ya tirşikê hat dayîn.



mirov dikare vê wergerê ji beşa ferhengan ya tirşikê bibîne.



09.12.2015 23:12 | simurg56