Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [aku] de;

1. kurteya akumulatorê ye.

ji bo wan amûran tê gotin ku -mîna bataryayên telefonên me an jî pîlên qumandayên me- dikarin elektrîkê berhev bike û dema were xwestin belav bike.

di erebeyan de jî tên bikaranîn, da ku heta motora erebeyê bixebite û bikare bixwe elektrîkê hilberîne, erebeyê bide şixulandin.



berî heftiyekê akuya erebeya min yekcar xerabû û nexebitî. di nivî nava rê de mam û derve 4 derece kêmî sifirê bû.

piştî lêkolînekê me zanî ku aku xelas bûye û min ji bo kirîna yeke nû, lêkolînê kir.



li gorî agahiyên min bi dest xistî, ji xeynî nirxa ah ya akuyê, nirxa ccayê jî gelek girîng e. heta ev cca girîngtir e. ev 3 tîp, kurteya cold cranking amperesê ye. yanî ew hêza akuyê ye ji bo xebitandina motorê di hewayên gelek sar de. nirxa 'ah' jî kapasîteya giştî ya akuyê diyar dike. lê di eslê xwe de tekane fonksiyona akuyê xebitandina motorê ye. ji ber ku piştî ku motor şixulî, êdî jixwe motor bixwe elektrîkê hildiberîne. loma cca ji ah'ê girîngtir e.



(li ser hinek akuyan çavek heye. (girovek ji camê) dema mirov di vê çavê re binêre, divê rengek kesk bibîne. ger rengê kesk bi temamî wenda bûbe û tenê reş mabe, wê demê akuya we emrê xwe tije kiriye)



07.01.2016 22:01 | simurg56