Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sendrom] de;

1. koma hinek îşaret û nîşaneyan e ku dema bi hev re bin, rewşek taybet derdixin holê.

ferqa wê û nexweşiyê ew e ku mekanîzmaya sendroman nayê zanîn. yanî ger sendromek were fêhmkirin û mekanîzmaya wê bikare were kifşkirin, wê demê ew êdî dibe nexweşî. heta wê demê navê wê sendrom e.

weke mînak sendroma guillain–barré navê wê reşwê ye ku hinek masûlkeyên laşê mirov lawaz dibin, lingên mirov bêquwet dibin û ev bêquwetî ber bi jor ve dewam dike, di dîtina çavan da xerabûn û gelek cûre nîşaneyên wê hene. lê sedem û mekanîzmaya vê rewşê tam ne zelal e. hinekan pê derxistine ku di hinek nexweşan de heman koma nîşaneyan bi hev re tên dîtin. li ser vê yekê navek li vê rewşê kirine û weke sendromek nû nirxandine.

her wiha binêre (bnr: sendromîk)



10.02.2016 21:52 | simurg56