Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [palmîra] de;

4. piştî 9 mehan, îro ji nû ve ketiye destê daîşê de. me dîsa zanî ku artêşa sûrî, bêyî alîkariya rûsyayê li hemberî hêzek jidil, nikare serkeftinên mezin bi dest bixe.
berî 2-3 rojan rûsyayê hêzên xwe ji palmîrayê vekişand û piştî çend rojan bajarok ket bin destê daîşê. piştî hevdîtina rûsya û amerkayê, operasyona helebê jî rawestiye.
min tu agahiyek bi vî rengî nebihîstiye lê ji xwe re dipirsim gelo esad di mijarekê de guhê xwe neda rûsyayê û loma rûsya niha wî ceza dike da ku were ser rê? belkî.



11.12.2016 16:35 | simurg56

2. bajaroka ku îro bi temamî hatiye paqijkirin.

lê tabî piraniya bajêr bûye wêran: Here lînkê



27.03.2016 12:13 ~12:15 | simurg56

1. bajarokeke sûrî ye. dîrokî ye. wê de berhemên gelek kevin yên şaristanên berî hezaran salan heye. an jî hebûn.

ji ber ku ev bajarok ev nêzikî salek e ku di bin destê daîşê de ye. îhtîmalek mezin niha piraniya wê hatiye hilweşandin.

berî çend rojan artêşa sûrî operasyona rizgarkirina wê da destpêkirin û îro piraniya bajêr, kontrol kirine.



wêneyek ji bajêr;

Here lînkê



25.03.2016 19:43 | simurg56