1. (bnr: xurîn)
di zimanê tibê de pruritus‘tur tê gotin.
hesta nexweş ku mirov aciz dike û tenê bi xurandinê derbas dibe.
sedema xurîna ji ber nexweşiyan, tên zanîn. weke mînak atopîk dermatît, hîperbîlurîbînemî, allerjî, herpes, fotodermatît, urtîker, nexweşiya şêkir, hîperparatîroîdîzm, kanserên cûrbecûr, uremî û hwd.
sedema xurîna asayî tam nayê zanîn lê her ku diçe hevşibînên vê hestê û êşê zêdetir derdikevin holê. sînyala van her du hestan jî ji çermê mirov çavkaniya xwe distîne û bi trakta spîmotalamîk tên guhestin li mejiyê mirov.
dema dereke mirov biêşe mirov weke refleksekî, xwe jê direvîne; dema dereke mirov bixure, mirov weke nîv-refleksekî wê derê dixurîne.
|