1. sendroma ku hema bêje di hemû xwendekarên tibê de tê dîtin.
di pola sêyemîn de (di piraniya fakulteyan de xwendkarên tibê cara ewil di sala 3. de derbasî nexweşxaneyê dibin û nexweşan dibînin, muayene dikin fîlan) êdî xwendekarên tibê hînî nexweşiyan û nîşaneyên wan dibin (semiyolojî) û bi vê kelecanê di her mirovî de çavên xwe li van nîşaneyan digerînin. tabî herî zêde bala xwe didin xwe.
mînak-1: di navbera neynokên min de valahiya mîna beqlawayê heye, gelo nexweşiyek kronîk bi min re heye?
mînak-2: çavên li ber rojê diqermiçin, derû dora pozê min sor dibe, enîşkên min diêşin; gelo ez ne sle me?
minak-3: van rojan zêde avê vedixwim; gelo ez nebûme diyabet?
piştî van pirsan wê ev xwendekar bikevin metirsiyekê û li ber deriyê xoceyan, pisporan bigerin û bêjin ka gelo hûn min muayene nakin. piştî çend mehan an jî belkî salekê, nexweşên vê sendromê vedigerin jiyana xwe ya normal.
|