Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [brca] de;

1. navê genek e. du cûreyên wê hene brca-1 û brca-2. têkildarî kansera çiçikan e.

fonksiyona van her du genan ew e ku pêşî li mutasyon û tumoran bigire. yanî tumor supresor in. dema yek ji van genan rastî mutasyonê were, yanî ger xera bibe; wê demê pêşîlêgirtina tumoran nabe pêkan û riya kanserbûnê vedibe.

mutasyona vê genê otozomal domînant e. ger di mirovekî de ev mutasyon hebe îhtîmala bûna kansera çiçikan nêzikî %85 e.

nêzikî di %5ê kanserên çiçikan de ev mutasyon heye.



ger di mirovekî de ev mutasyon hebe, gelek caran berî ku kanser biqewime, her du çiçikên nexweş tên hildan. di rewşên wisa de, divê hemû endamên jin yên malbatê jî werein kontrolkirin.



02.05.2016 22:54 | simurg56