Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [packing] de;

1. peyvek îngîlîzî ye. wateya wê "paket kirin, bestek kirin" e.

her wiha têgehek tibî ye jî. Di travmayên organên solîd de (kezebe reş, fatreşk) ger sekinandina xwînê ne pêkan be, kompresên mezin (pêjgir/hewlîên sterîl) li dora wê organê bi awayek şidandî, tên bicîkirin û bi saya şidandina van kompresan xwîna ku ji organê diherike, kêm dibe û gelek caran disekine.

piştî vê çalakiyê 24-48 saet derbas dibe û vê carê nexweş dîsa tê vekirin û ev kompress tên hildan.



Weke mînak ger nexweşxaneya ku nexweş hatiye hildan, nexweşxaneyek biçûk be, derfetên wê kêm bin an jî tecrûbeya cerrahê wê derê di vê mijarê de zêde tune be, ji bo sekindina xwînê vê packingê dike û nexweş dişîne nexweşxaneyek mezintir. li vê nexweşxaneya mezintir, wê rojê an jî li gorî rewşê piştî 1-2 rojan ev kompress tên hildan û tedawiya mayînde ya birîndarbûna organê tê kirin.



Herî zêde di travmayên xedar yên kezeba reş de tê sepandin.

Here lînkê



07.05.2016 15:18 | simurg56