Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dafika bubî] de;

1. kurdiya booby trap e.

çavkaniya peyvê tam nediyar e lê yek ji îdîayan ew e ku koka wê ji peyva îspanyolî ya "bobo" tê ku wateya wê "ehmeq, bêaqil, gêj" fîlan e. yanî ev dafik wan kesên ku bêdîqat, ehmeq fîlan dikuje.

ji bo wan mekanîzmayên şer tê gotin ku qurbanên wê bi tevgerên xwe (gav avêtin, livîn, axaftin û hwd.) sîstemê çalak dikin û di encama aktîfbûna sîstemê tên kuştin an jî birîndarkirin.

ya herî klasîk ew e ku dema mirov pê li derekê bike an jî lingê wî li benek bikeve, sîstem bikeve dewrê û bombe an jî mayînek biteqe û ew kes bimire. tabî êdî sîstemên gelek komplekstir jî hene.

di sîstemên komputegeriyê de jî tiştên wisa hene. weke mînak bi vekirina epeyamek, ketina kemîna vîrûsekê jî cûreyeke dafikên bubî ye.



di vê vîdyoyê de şervanên ypgê li minbîcê erebeyek bi van dafikan, îmha dikin;







08.07.2016 12:21 | simurg56