Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [artificial intelligence] de;

2. teknolojiya ku baweriya min pê tune ku, were çêkirin

ai (artificial intelligence), tiştek gelek cûda ye. mirov dikare bernameyek çêke ku hemû bikare satrancê bilîze, lê ew bername ji bo ku bikare bilîze, hemû hamleyên ku dikarin werin kirin hesab dike û wisa dilîze. di eslê xwe de fikirîn dîsa tune, tenê matematîk heye.

fikirîn tiştek ruhî ye. lê îro komputer tenê dikarin di nav daneyên heyî, de bijartinan bikin.

wê komputer gelek bi pêş bikevin û wê bikarin analîzên gelek baştir çêbikin. ev %100 e. ji ber ku hûn çiqas dane bidin komputerê û hûn jê re algorîtmayek çiqas baş çêbikin wê komputer bikare analîz û pêşniyarên ewqas baş bide we. lê dema mesele dibe ai, baweriya min lawaz e. lê dîsa jî ji zanistê re sînor tune.



ev jî heye, ger ai were çêkirin. guman tune ku wê bibe sedema qedîna mirovahiyê. mejiyê me sînorkirî ye, em çi jî bikin nikarin ji kapasîteya xwe ya genetîk derbas bibin lê hişa çêkirî wê li ser kartên eleketronîk bixebite. yekemîn tişta ku bifikire jî wê ev be "ez çima ji kapasîteya xwe mezintir nakim?" û dema karî vê yekê bike, wê her ku kapasîteya wê zêde bibe wê kapasîteya aqlê wê ya ji bo zêdekirina kapasîteya xwe jî zêdetir bibe û di dawiyê de mejî/hişek bêsînor derkeve holê. yanî xwedê * (erê gelek fîlmên honaka zanistî temaşe dikim)



06.08.2016 09:04 | simurg56