Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [steakhouse] de;

1. modeyek van salên dawîn e.
parçeyek bi qasê kulmê zilamekê ya goştê golikan diavêjin ser izxareyê û li gorî kêfa muşteriyan hindik, navînî an jî zehf dipîjin fîlan.
ji bo vê xizmetê jî bi qasê 10 qatê bûhayê wê goştê pere dixwazin.
gotineke tirkan ya faşîzan heye, dibêjin "dema ronê ereban zêde be, bi qûna xwe re dide". ev gotin tam li gorî vê rewşa nedîtiyên tirkiyê ye.
berî salekê dema bûbûm mêvanê hevalekî xwe, min biribûn cihek wisa yê navdar, goştê wan ne xerab bû lê min li dîlokê ji wê çêtir gelek goşt xwarine ku bûhayê wan 10 qet kêmtir bû.
welhasil ji bo şelandina mirovên ku dixwazin bi pereyê xwe, xwe tiştek bihesibînin, rêbazek kêrhatî ye.
ha ev jî heye, divê li cihên wisa xwarin li ser daran/depikan were pêşkêşkirin, da ku egzotktir û xwezayîtir xuya bike. lê belê servîsa wisa ji bo tenduristiyê jî ne baş e ji ber ku paqijkirina wan ne pêkan e. hûn çi jî bikin, wê bermahiyên xwarina muşteriyê berî we, di derzên vê depikê de bimîne. dema xwarin li cihekî demek dirêj bimînin, hûn dizanin bakterî û mantar çi bi wan dikin.

[rêbaza pijandina goştê û tama wê xweş e erê, rexneya min ji bo konseptê ye. nexwe mirov dikare heman tiştî li mala xwe jî çêke an jî dikanek dikare heman tiştî bi gûhayên gelek kêmtir jî çêke fîlan.]



20.11.2016 09:03 ~09:03 | simurg56