Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [festîvala gelawêj] de;

1. festîvalek li bajarê suleymaniye ya başûrê kurdistanê ye. ev 20 sal in tê çêkirin, îsal ya 20emîn hat kirin.
îsal di festîvalê de ji ber girtina wan selehattin demirtaş û figen yuksekdag jî hatine bîranîn û li ser navê herkesî Mela Bextiyar ku rêvebirê festîvalê ye, gotiye bila navê festîvalê îsal selehattin demirtaş be.
sponsora festîvalê rûdaw e. dirûşmeya wê jî "ramana azad, nifşa ronak" e.
ji çar aliyên dinyayê siyasetmedar, nivîskar, wêjevan û hunmermend tên vexwendin ji bo festîvalê. di dawiya festîvalê de xelatên wêjeyê jî tên belavkirin.
her wiha pêşangeha pirtûkan, aktîvîteyên şano û helbestê û hwd. jî tên kirin.
îsal yek ji mijarên sereke dî, jenosîda ermenan û têkiliya bûyerê ya bi kurdan re, ye. loma ji ermenîstanê jî tevlîbûnek girîng heye.

festîval çawa derketiye holê, çima tê çêkirin; di vê derbarê de zêde agahî peyda nabe.



20.11.2016 18:52 | simurg56