Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bê kuştin neyê şûştin] de;

1. dîsa biwêjek orjînal e. min ji meta xwe bihîst û tomar kir. di înternetê de peyda nebû.
(bnr: meta simurg56)
ya rastî ev gotin beddua ye.

+ ew kurê ehmed çi kir paşê, piştî ji ber dizehiyê ket hepsê û derket xuya nake?
- xwedê bike bê kuştin neyê şûştin. dîsa pereyên malabata xwe ji wan standiye û wenda bûye.

wateya wê ev e; "xwedê bike ew kes ji aliyê kesek ve bê kuştin. wisa ku ne bê zanîn ka kê kuştiye (da ku xwîndarî çênebe), ne jî laşê wî were dîtin ku were şûştin. yanî bila ew kes yekcar ji holê rabe, bêyî ku belayek an jî bedenek jî li dû xwe bihêle"



03.02.2017 20:35 | simurg56