Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [14ê adarê cejna bijîşkan] de;

2. cejna ku tenê li tirkiyê tê pîrozkirin. û navê wê cejna tibê ye, ne ya bijîşkan.
di serdema osmaniyan de, perwerdehiya tibê, cara ewil di 14ê adara sala 1827ê de destpê kiriye, loma ev cejn di vê rojê de tê pîrozkirin. ev pîrozkirin, cara ewil di sala 1919an de, li stenbola ku dagirkirî bû, hatiye pîrozkirin. ji aliyê çend bijîşkên serhildêr ve.
di navbera salên 1929 û 1937ê de, ev cejn di roja 12ê gulanê de hatiye pîrozkirin. paşê bûye 14ê adarê.
li hinek dewletên din jî, salvegera bûyerên cûr bi cûr, weke roja bijîşkan û tibê tên pîrozkirin.

li tirkiyê, hingî ez dizanim di van rojan de bijîşk rexneyan li hikumetê dikin û giliyên xwe tînin ziman û rayedarekî hikumetê jî bi çend hevokan vê rojê pîroz dike. weke din tu wateya wê tune.
ha, carinan hemşîre paste maste çêdikin û tînin. tekane xêra vê rojê ev e.



14.03.2017 18:34 | simurg56