Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [piştî deh salan siwarbûna duçerxeyê] de;

1. hestek cûda ye.
min berî niha jî di hinek peyaman de gotibû, ji duçerxeyan gelek hez dikim. yanî min gelek hez dikir. lê ji ber zankoyê û kar û xebatan, ev 10 zêdetir bû ku lê siwar nedibûm. piştî ku ser û guhê min hinekî rihet bû, min ji xwe re duçerxeyek kirî. (duçerxeyên baş gelek bûha bûne). ev nêzikî heftiyekê ye her roj nêzikî 8 km rê diçim. ji ber ku ji zû de ye siwar nebûme û ji ber ku gelek hînî erebeyê bûme, hinek tişt bi min zor hatin û bala min kişandin;

1- qûna min li ser duçerxeyê diêşe. berê jî zeîf bûn, lê wê demê naêşiya. divê kîlo bigirim *
2- ji ber erebeyê hînî lezê bûme, mirov li ser duçerxeyê jî vê lezê dixwaze. lê lingên mirov rê nade vê yekê, ji ber vê hewldana beredayî mirov zûtir diweste. lê belê wisa nabe, divê mirov hêdî hêdî (bi taybetî di riyên berjor de) û bi tempoyek diyarkirî, here. her wiha ji bo ku hesta pêşveçûnê bi mirov re çêbe, şûna dûrahiyan divê mirov li nêzikahiyan binêre. ger na, mirov dikeve bêhêvîtiyê.
3- dema tiştek derdikeve pêşberî min, dixwazim wan hişyar bikim. lê qorne tune. hindik dimîne bikim hawar. carina jî dikim fûtfût.
4- dema bixwazim berê xwe bidim aliyekê, dixwazim sinyal bidim lê nikarim. dixwazim kontrol bikim ka li kêlekên min erebeyek tê an na, lê eyne tune ne. xwe kêm û bêewle hîs dikim.
5- dema mirov ajotina zarokan dibîne, fêhm dike ku emir piçekî derbas bûne bi rastî jî.

weke tê dîtin piraniya aciziyên min, ji ber elma min a erebeyan e. loma ne xem e, ji rewşa xwe qayîl im.



25.07.2017 00:56 | simurg56