Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pringles] de;

1. markayeke cîpsan e. amerîkî ye. piştî lay's, doritos û cheetosê, 4emîn cîpsa popûler e.
berî 50 salan hatiye avakirin. bervajî markayên din, ne di poşetan de lê di qutiyên qarton de tê firotin. li gorî cîpsên din, gelekî bûhatir e. bûhayê wê belkî 3 qet zêdetir be, lê dema mîxtara tê de û rêjeya saxlembûna cîpsan bigire ber çavan, belkî herî zêde 2 qet bûhatir be.
ji 140an zêdetir welatan tê firotin.
ji ber bûhabûna xwe, li ber çavên gelekan sembola lûksê û dewlemendiyê ye. (ez jî tê de) lê qet nebe car caran min kiriye û ceribandiye. dema cara ewil min xwarî, min jê hez nekiribû. lê niha ji cîpsên din zêdetir jê hez dikim, jixwe wilo zêde zêde cîpsan naxwim.



11.10.2017 21:19 | simurg56