Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [celal şengör] de;

9. dîsa bi devbelaşîya xwe ketiye rojevê. di vîdyoyekî xwe de bi devê xwe dibêje ku xwendekarekî wî ew zêde aciz kiriye û wî jî kirasê wê rakiriye û şemaqek li qûna wê xistiye. keçik şaşwaz bûye û gotiye heta niha bavê min jî tiştek wisa nekiriye. celal jî gotibe, baş e, niha ev kêmasî temam bû.

lîsteya skandalên wî:
- şandina çelengan ji bo cenazeya kenan evren ku li ser wê jî pesna wî dide
- parastina cûntaya darbeya 12ê îlonê
- xwarina gûyê xwe
- îdîakirina ku bi kotekî gû li mirovan dayîn xwarin, ne îşkence ye.
- tacîza zayendî mirovên li ber destê wî dixebitin



19.09.2021 07:15 | simurg56

2. kerek e ku barê wî pirtûk in.
qaşo nizam çend pirtûk xwendine fîlan lê îş û karê wî ew e ku derkeve ser ekranan û hevpeyvîna bide hem kovar û rojnameyan û fikrên xwe yên ehmeqane bîne ziman.
ne tu gû ye. çi ye yanî? di warê jeolojiyê de tê nasîn. (ew jî, çi qas tê nasîn nizanim) êêê? ev wî dike çi? ev wî dike zanyarê jeolojiyê. di warên din de tu serdestiya wî tune.
û têra xwe faşîst û elîtîst û dîktatorhez e jî. hezkiriyê cuntaya darbeya 12ê îlonê ye. neyarê gelê xîzan û bindest e. ez birîm ser vê zanyariya wî.

heçî zanyar e, jê re şerta ewil objektîfî ye. vî zilamî û objektîvîyê tu tişt negotine hev... xwedê nehêle.
ji ber ku ateîst e, ji aliyê chpyîyan ve tê hezkirin. forsa wî jî ji vir tê.
ger caner taslaman ateîst bûya, bi şeref wê herî kêm bi qasî vî zilamî bihata pesndan û ji xwe re bikirana îlah.



27.11.2017 16:56 | simurg56