Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ciwan tengezar] de;

2. mûzîkjenê ku albûmek bi navê çar derxistine ji bo zarokan. Here lînkê 6 ji stranan ji alîyê lorîn hêja ve hatiye gotin ku ew bixwe jî zarokek salî ye. keça ciwan tengezar e.
Ciwan Tengezar di sala 2008an de soz daye xwe ku heta ji bo zarokan tiştekî neke, wê kar û barên xwe yên mûzîkê nedomîne û parve neke. bi gotina xwe, bi saya vê albûmê êdî azad e. texmîn dikim li elmanyayê dijî.
nîyet lê heye ku 2 albûmên din jî amade bike ji bo zarokan.

di înternetê de pirtûkek jî dixuye wek ku aîdê wî ye: ich liebe dich, ich lerne kurdisch – ez ji te hez dikim, kurdi hin dibim.

min hinekî li albûmê guhdar kir. hinek ji stranan xweş bûn. zarokên min jî zû lê germ bûn û hewl dan ku ji ber bikin.

karekî gelekî hêja kiriye. xwedê quwetê bidê.



28.11.2019 19:25 ~19:25 | simurg56