Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bi xêra xwe] de;

1. gotina ku ez şûna lütfena tirkî û please'a îngîlîzî, bi kar tînim. baş û xweş lê problemekî min heye;

ji ber ku di kurdî de rasterast berambera peyva "lutfen" tune ye, keça min di nav kurdîya xwe de jî digot lutfen. paşê min rojekê got keça min lutfen bi îngîlîzî please e, bi kurdî jî xêra xwe ye. wê jî got temam ku di mejiyê xwe de qeyd kir. êdî nedigot lutfen.

- bavo, ka xêra xwe avê bide min.
- dodê, xêra xwe tu dikarî destê min bişo û hwd.

lê paşê dest bi bikaranîna wisa jî kir:

- bavo em herin parkê?
+ na keça min îro bû dereng, em dibe herin.
- bavo, xêra xwee, xêra xweeee.

kenê min hat lê min nezanî ka çi bêjim ku vê xeletiyê rast bikim. divê ez bêjim keça min ji bo lavakirinê, mirov vê carê şûna lutfenê dibêje "tika dikim, lava dikim, ji bo xwedê" û hwd.? bawer nakim bi serê wê bixim.



03.09.2018 22:58 | simurg56