Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ezhel] de;

5. yek ji rapperên herî navdar yên tirkiyê ye. berî çend mehan ji ber hincêta ku ciwanan beralî tiryakê dike, hatibû binçavkirin. wê demê bûbû rojev û navdartir bûbû.
yekî muxalîf e. nêzikî kurdan e jî. vê dawîyê stranek bi navê olay weşand ku ji serî heta binî rexneya akpê ye. di klîbê de dîmenên operasyonên şerê xendekan û binçavkirina selahattin demirtaş fîlan jî heye.
ji aliyê rapperên din ve herî zêde ji ber bikaranîna wî ya autotuneê tê rexnekirin. ev demekî pir dirêj e ku li rapê guhdar nakim loma haya min zêde ji vê dinyayê tune. bi qasê dibînim stranên ezhel jî ne zêde ne biqalîte e lê mêrik wêrek e.




11.09.2019 19:34 ~19:35 | simurg56